Kurdî Kurmancî | Kurdish (Kurmanji).

Orange Door (Deriyê Qîçik) ji bo şîdeta li malbatê, û herwiha bo malbatên ku hewcedariya wan bi piştgirî û rihetî û pêşkeftina zarokan heye, alîkarî û piştgiriyê dide. Information about The Orange Door in Kurdish (Kurmanji).

Zanyarî bi Kurdî

Orange Door (Deriyê Qîçik) ji bo şîdeta li malbatê, û herwiha bo malbatên ku hewcedariya wan bi piştgirî û rihetî û pêşkeftina zarokan heye, alîkarî û piştgiriyê dide.

Carinan hin tişt li malê yan di têkiliyekê de ne baş in û pêdiviya we bi hin arîkarî û piştgiriyê heye. Orange Door li vir e ku li we guhdarî bike û ji we re bibe alîkar zû û bi hêsanî piştgiriya ku pêdiviya we heye wergirin.

Eger hûn demildest di metirsiyê de ne, telefonî Sê Sifir (000) bikin.

Orange Door dikare bibe alîkar eger:

  • Di warê dayîkbavbûnê de hûn hewceyî alîkariyê ne, yan hûn li ser rihetbûn an pêşketina zarokekê yan ciwanekî bi fikar in.
  • Kesek nêzîkî we wisan dike ku hûn hest bi tirs an neewlehiyê dikin, wekî hevjînê/a we, hevjînê/a berê, endamê malbatê an lênêrîner.
  • Hûn zarokek an ciwanek in ku hîs dikin ewle nînin û kes li we muqate nabe.
  • Hûn di metirsiya bikaranîna reftarên destdirêjiyê yan kontrolkirinê de ne yan jî hûn hewceyî alîkariyê bo van tevgerên li malê yan di têkiliyekê de ne.
  • Hûn ji ewlehiya kesekî ku hûn nas dikin bi fikar in.
  • Hûn rastî şîdeta li malbatê hatine, di nav de kontrolkirina reftarên mîna kesek çavdêriyê dike hûn diçin ku derê, hûn serdana kê dikin an hûn dirêv çawa xerc dikin.

Orange Door dikare arîkariyê bike bi van riyan:

  • Li we guhdarî dike û dibihîze ka xemên we çi ne.
  • Bi we re dixebite ku alîkarî û piştgiriya ku pêdiviya we pê heye nas bikin.
  • Ji bo başbûn û pêşketina zarok û ciwanan piştgiriya we dike.
  • Arîkariyê dide we ku planeke ewlehiyê çêbikin da ku hûn û zarokên we ewle bimînin.
  • Pêwendî çê dike di navbera we û xizmetên ku dikarin alîkariyê bikin, wek şêwirmendî, mayîn, piştgiriya şîdeta li malbatê, tenduristiya derûnî û xizmetên madeyên hişbir û alkolê, komên piştgiriya dayîkbavbûnê, xizmetên bo zarokan, alîkariya darayî, an arîkariya qanûnî.
  • Piştgiriya we dike ku hûn bigihîjin yarmetiya ji bo lêçûnên jiyanê yên bingehîn û xercên din.
  • Bi we re dixebite û ji we re dibe alîkar ku hûn xwe biguherin eger hûn li malê an di têkiliyek de destdirêjî an kontrol dikin.

Ez çawa dikarim xwe bigihînim Orange Door?

Orange Door ji Duşemê heta Îniyê ji 9ê sibehê heta 5ê êvarê vekirî ye (di betlaneyên giştî de girtî ye).

Li gorî cih an koda posteyê bigerin(opens in a new window) da ku xizmetan li devera xwe peyda bikin.

Eger hûn arîkariyên ragihandinê bi kar tînin an hewceyî wergêrekî devkî ne, hetanî zimanê îşareyê yê Avûstrlyayê (Auslan), Orange Door dikare ji we re bibe alîkar.

Pêdiviya min bi wergêrekî devkî heye

Eger pêdiviya we bi wergêrekî devkî hebe, beşa xizmetê agahdar bikin. Beşa xizmetê agahdar bikin ji:

  • hejmara telefona xwe
  • zimanê xwe
  • dema ku ewle ye telefon bikin.

Wê hingê wergêrekî devkî dê telefonî we bike.

Gelo Orange Door xizmetek e ku bo min hatiye çêkirin?

Orange Door pêşwaziya mirovên ji her temen, zayend, meyla cinsî, çand û şiyanê dike. Ji hemû tercîhên çandî û olî re rêz tê girtin. Eger hûn tercîh dikin bi xebatkarekî/e mêr an jin re bixebitin, karkerî agahdar bikin. Orange Door bi xizmetên pirçandî, xizmetên LGBTI û xizmetên kêmendaman re dixebite ku hewcedariyên cihêreng ên kes û malbatan bicîh bîne. Karmend dê li bara bijardeyan de agahdariyan bidin we û têkiliya we bi xizmetên ku pêdiviya we heye re çêbikin.

Eger hûn koçber an penaber bin an jî niştecihbûna we ya hertimî tunebe, em dîsa jî dikarin arîkariya we bikin. Ji ber rewşa xwe ya koçberiyê ji lêgerîna piştgiriyê netirsin. Ev xizmeteke belaş e. Xebatkarên Orange Door agahdar bikin eger hûn tercîh dikin rewşa xwe bi têlefonê yan bi kesane nîqaş bikin.

Dema ku Orange Door vekirî nebe divê ez biçim ku derê?

Li derveyî van demjimêran bi xizmetên jêrîn re têkilî dayînin:

  • Xizmeta Referala Mêran li ser 1300 766 491 (Duşem-Înî 8 sibehê-9 êvarê û Şemî û Yekşem û Betlaneyên Giştî 9 sibehê-6 êvarê) (Şêwirmendiya telefonî, zanyarî û xizmeta referal ji bo şîdeta malbatê ya mêran)
  • Safe Steps (Gavên Ewle) ji bo mexdûrên şîdeta li malbatê xizmeteke piştgirî ye 1800 015 188 (24 demjimêran, 7 rojên hefteyê). Herweha hûn dikarin ji Safe Steps re îmeyl bişînin(opens in a new window) an jî xizmeta piştevaniya wêbçata ya zindî(opens in a new window) ya wan bi kar bînin
  • Xeta Alîkariyê ya Qurbaniyên Cinayetê (bo hemû mexdûrên cinayetê û mexdûrên şîdeta malbatê ya mêrên mezinsal) 1800 819 817 an jî ji 0427 767 891 re kurtename bişînin (her roj 8 sibehê-11êvarê)
  • Xeta Krîza Êrîşa Zayendî bo mexdûrên destdirêjiya zayendî ye 1800 806 292 (24 demjimêran, 7 rojên hefteyê)

Eger hûn an kesekî din di xetereya lezgîn de ye, bo alîkariya lezgîn telefonî Sê Sifir (000) bikin.

Fîdbak û nepenîtî

Hûn dikarin li bara serpêhatiya xwe ya bi Orange Door re bi bikaranîna forma bersivdayînê ya înternetî(opens in a new window) li orangedoor.vic.gov.au/feedback(opens in a new window) an jî bi têlefona 1800 312 820 re bersiv bidin û bixwazin ku bi xebatkar, çavdêr an rêvebirê xwe re biaxivin.

Em nepeniyên we bi awayê cidî digirin. Bo ku hûn bizanin ka em ê çawa zanyariyên we bi kar bînin, ji kerema xwe serî li rêdestûra me ya nepenîtiyê(opens in a new window) bidin.

Updated