The Orange Door

Kurmanji

  

The Orange Door çî ye?

The Orange Door rêyek taze ye ji bo gehîştina xizmetan ji bo jin, zarok û ciwanên ku rastî şideta navmalî hatine, û malbatên hewcedarî piştgiriyê ji bo lênêrîna zarokan û kesên ciwan.  Ji bo bikaranîna ev alîkarî û xizmetên piştgiriya The Orange Door pêwîstiya we bi danasînnameyê tune ye. 

The Orange Door çi xizmetan pêşkêşî min dike?

Bi The Orange Door re têkilî bikin, eger:
  • Her kesê ji qewmên nêzîkî we, wek hevjîn, endamê malbatê, hevmal û perestar, li we dide, we kontrol an jî tehdît dike
  • Ji ber pevçûnên malbatî, pirsgirêkên malbatî, nexweşî, bikaranîna madeyên hoşber, tengahî an tenê mayinê, di xwedankirina zarokên xwe de tûşî pirsgirêkan bûne.
  • Der barê ewlehî û tenduristiya zarokek an nûciwanekî tûşî nîgeraniyê bûne
  • Di derbarê ewlehiyê û tendurustiya her yek ji heval û xizmên xwe tûşî nîgeraniyê bûne
Eger hûn koçber an penaber in an jî we destûra rûniştina bêdawî tune ye, dîsa jî hûn dikarin xizmetên me bikar bînin. Rewşa koçberan nabe astengiyek bo daxwaz kirina alîkariyê.  Ev xizmete belaş e.  Dilxwaziya xwe jib o bikaranîna xizmetên Hub ê jib o çareserkirina pirsgirêka xwe ji berpirsê The Orange Door re rabigehînin.  

Pêwîstiya min bi wergêrî heye

Eger pêwîstiya we bi wergêrî heye, xizmetê agadar bikin.  Agahiyên jêr radesî xizmetê bikin:  
  • hejmara telefona xwe
  • Zimanê xwe
  • dema kêrhatî ji bo têkiliyê.
Paşê tê wergêrek bi we re têkilî bike.

Gelo xizmeta The Orange Door ji min re kêrhatî ye?

The Orange Door pêşwazî ji hemû kesan bi her temenekê, zayindeyekê, meyla cinsî û her şêyanekê, dike. Rêz ji tevahiya nirxên çandî û olî tê girtin. Eger hûn dixwazin ku berpirsê we zayindeyek taybet hebe, babetê (jin yan mêr) ji berpirsî re ragehînin.The Orange Door ji bo pêkanîna xizmetên cuda yê keasn û malbatan bi xizmetên çend-çandî, xizmetên taybetî lezbiyen, nêrbazî, nêrûmêr, teracinsî, û navregezî (LGBTI) û xizmetên seqetan, alîkarî dike.  Karmendên ev xizmetane agahiyên pêwîst ji bo bijareyan radestî we diken û pêwendiya we bi navenda xizmetan re, ava dikin.  

The Orange Door li kû ye?

Ji bo dîtina nexşeya xizmetên herêma xwe serdana www.orangedoor.vic.gov.au bikin.

Saetên xebata The Orange Door çi ne?

The Orange Door ji saet 9 ê sibe heta 5 ê êvarê d rojên Dûşem heta Înê dixebite (di bênvedanên giştî de naxebite).  

Di saetên girtî bûna Orange Door de ez dikarin serdana kû bikim?

Di xênjî saetên xebata navbirî, bi navendên xizmetdayinên jêr re têkilî bikin:
  • Xizmeta Şandina Mêran bi hejmara 1300 766 491 (Duşem heta Înê 8 ê sibe, 9 ê şev, Şemî û Yekşemî 9 ê sibe, heta 5 ê êvarê) (Şêwirmendiya telefonê li ser şideta navmalî taybet b mêran, agahdarî û xizmetên şandinê)
  • Xizmeta piştîvaniya şideta navmalî, safe steps bi hejmara 1800 015 188 (24 saetî, 7 rojên heftê) taybet jib o jinan û zarokêm qorbaniyê şideta navmalî
  • Xeta rêveberiya Qorbaniyên Tawanê (Victims of Crime) (ji bo tevahiya qorbaniyên tawanan û qorbaniyên şideta navmalî yê mêrê mezinsal) 1800 819 817 (her rojê, 8sibe – 11şevê,)
  • Xeta Lezgîna Destdirêjiya Cinsî taybet ji bo qorbaniyên destdirêjiya cinsî bi hejmara 1800 806 292 (Duşem heta Înê 5 ê êvarê heta 9 ê sibe, 24 saetan di betlaneyên dawiya hefteyê û betlaneyên giştî ji bo 24 saetan)

Eger hûn yan kesên din ketine ber metirsiya giran, ji bo vergirtina alîkariya lezgîn bi hejmara Sê Sifir (000) re têkilî bikin.